Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsa Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê kir

2025-06-17T09:56:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro sêşem 17.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek da bi xanima Şeyxe Beşîr Ferhan Berpirsa Konsulxaneya Giştî ya Îmarat li Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê gotubêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiyên destbikarbûna wê, hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê yên ji bo serxistina erkê wê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve xanima Şeyxe, silav û rêzên Serok Şêx Mihemed Bin Zayd El Nehyan Serokê Îmaratê û serkirdayetiya welatê xwe bi rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê gihand û tekez li ser xwesta Îmaratê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re kir.

Derfeta kar û veberhênana Îmaratê li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê û encamên wê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.