2022-03-03T15:55:53.000000Z
Berî nîvroya îro pênçşem 03.03.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Encumena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de Sekreter û Endamên Encumena Sendîkaya Rojnamevanan bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên xwe yên li demên derbasbûyî û plana wan ya paşarojê, her wiha rewşa rojnamegeriyê û astengiyên li ber karê rojnamevaniyê û rêkarên baştir ya rêxistinê li vî warî de û bi cûreyek hevsengiyek li navbera azadî û berpirsiyariyê de bê ferahem kirin, xistinrû, her wiha rapora salane ya binpêkirinên warê rojnamegeriyê de pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku salane ji aliyê sendîkayê ve tê amadekirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştevaniya berdewamiya sendîkayê û karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê, tekez li ser rastbêjî û pîşeyîbûna rojnamevanan kirin ku ew jî li bingeheke azad û dûrî li fişar û binpêkirinan de pêktê. Dûpatî jî kir ku gelê Kurdistanê ji bo azadiyê xebat kiriye, ji bo wê yekê nabê azadî lê bê wergirtin, her wiha hêvî xwest Sendîkaya Rojnamevanan herdem parêzer û dakokîkareke wêrekê rojnamevanan bê.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo baştir rêkxistina yasaya karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê ragihand bi mercek her hemwarkirineke yasayê dawiyê de li xizmeta guncandina zêdetirê bingeha karê rojnamegeriyê bê û prensîpên azadiya rojnamegeriyê li ber çav bigre.
Rêzdar piştevanî û hevkariya xwe ya ji bo bestina kongreya nû ya Sendîkaya Rojnamevanan derbirî û hêvî xwest encamên wê guzarişt li xwest û berjewendiya pîşeyî ya rojnamevanan bike û derbirê xwesta azadaneya hemû rojnamevanên Herêma Kurdistanê bê.
Li hevdîtinê de nirxandina di derbarê rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî û proseya guftûgoya pêkanîna hikûmeta nû ya li Bexda û çend babeteke dinê rewşa navçeyê de guftûgoyê kirin.