Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Hadî Amirî kir

2025-02-26T06:15:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Spêdehiya îro çarşema 26.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Hadî Amirî Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir kir.

Li hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasî yên dawî û rewşa giştî ya welat kirin. Her wiha pirsên hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û peywendiyên wan, bi awayeke ku berjewendiya niştimanî desteber bike, xistin ber behs û guftûgoyan.

Her du alî tekez li ser girîngiya bihêzkirina diyalog û hevdû têgihiştina li navbera hemû aliyên Iraqiyan da û karên hevbeş yên ji bo desteberkirina aramiya welat û çareserkirina kêşeyên helawestiyan bi ruhê hevkarî û hevbeşiya niştimanî kirin. Her wiha her du alî behsa rewşa welat û girîngiya parêzgerîkirina li yekrêziya niştimanî ya rûbirûbûna pirsên navçeyî û navdewletî de kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî girîngîdana Herêma Kurdistanê, bi berdewamiya hemahengî û hevkariya bi hemû hêzên niştimaniyên li Iraqê re dûpat kir. Her wiha tekez li ser girîngiya piştgîrîkirina hewlên Hikûmeta Federal ya li pêkanîna asayîş û aramî û bihêzkirina hevbeşiya niştimanî kirin ku li berjewendiya tevahiya welat da ye.