Êvariya roja înê 11.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Seth Molton Endamê Kongresa Amerîkayê di civînekê da pêwendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bilind nirxand.
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya berdewam ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir. Ji aliyê xwe ve kongresmenê mêhvan tekez li ser wê yekê kir ku kongreya Amerîkayê dê weke dostekî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam be.
Di civînê da hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, reformên Wezareta Pêşmerge û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kongresmeneke Amerîkî kir
2024-10-11T18:11:00.000000Z