
Piştî nîvroya îro çarşem 25.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtineke bi birêz Adriaan IJsselstein Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Holanda bi Herêma Kurdistanê re û pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan û berfireh kirina warên alîkariyên hevbeşên di navbera xwe de kirin. Herwiha di derbarê rewşa navçeyê, li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û li ber girtina guftûgo û rêyên dîplomasiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan de hevra bûn.
Di mijareke dinê hevdîtinê de, behsa çend pirseke dinê girîng û hevbeş kirin.