Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

2025-06-29T10:18:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro yekşem 29.06.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan kirin û di derbarê çawayî ya berfirehkirina alîkariyên hevbeş yên li warên cûda de, danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha balkişandin li ser kar û çalakiyên destî yên kar û kompanyayên Hîndî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Pêşhatên dawî yên navçeyê û encamên wê, mijareke dinê hevdîtinê bû.