Serok Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê piştî nîvro 13.11.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Mehmûd Farûq Yûsif Konsulusê nû yê Misrê li Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest û her wiha piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Di hevdîtinê da her du aliyan tekez li ser berfirekirina peywendî û hevkariyên hevbeş yên di navbera Misir û Herêma Kurdistanê da, yên di hemû waran da û bi taybetî di warê bazirganiyê da kirin.
Her du alî behsa bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Erebî ya Misrê da jî kirin.
Hilbijartinên Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî mijareke din ya hevdîtinê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Misrê kir
2024-11-13T11:15:00.000000Z