Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê kir

2023-11-12T11:55:23.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê 12.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Hisên Elî Salih El-Fezale yekem Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir ku, piştî vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê, dest bi kar dike.

Di hevdîtinekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna birêz El-Fezale kir û amadehiya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê jî ji bo hevkarî û piştevanîkirina wî ku, di erkê xwe da serkeftî be nîşan da û tekîd li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir berfirehkirina peywendiyên bi Qeterê ra kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Qeterê silavên Mîrê Qeterê gihandin Serokê Herêma Kurdistanê û kêfxweşiya xwe ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha tekez kir ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî da bide.

Pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn mijarên di yê xwedî berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.