Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Polonyayê kir

2025-12-21T08:41:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Yekşem, 21.12.2025, piştî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Maciej Zaydel, Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê li Herêma Kurdistanê, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê jê re xwest û her cure piştgiriyeke ji bo serxistina erkên wî anî ziman.

Rêzdar herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên xwe yên bi Polonyayê re û berfirehkirina hevkariya hevbeş ya di warên cûrbecûr de dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê, keyfxweşiya xwe ji bo destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê anî ziman û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.