2022-04-27T08:57:47.000000Z
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja sêşemê 26.04.2022 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li kesayetiyê siyasî yê Iraqî birêz Fexrî Kerîm kir.
Pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya welat, xebatên ji bo hilbijartina Serok Komar û Serok Wezîrê Iraqê, gefên li pêşiya vê qonaxê û pêşbiniyên paşeroja prosesa siyasî li welat di dîdarekê da hatin gotubêj kirin û dîtinên xwe li ser wan mijaran diyar kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevhizir bûn ku pêdivî û girînge di navbera hêz, alî û pêkhatên Iraqê de hevkarî hebe û ji bona ber bi pêşvebirina rewşa siyasî û gihîştina bi çareseriyekê ku bersiva rewşa niha û paşerojê bide pêngavan biavêjin.