Îro pêncşemê 12.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Mamosta Selaheddîn Mihemed Behaeddîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û geşedanên dawî yên herêmê gotûbêj kirin.
Herdu alî hevfikir bûn ku hesasiyeta qonaxê û metirsiyên berfirehbûna şer li herêmê de, daxwaz dike ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin, da ku bi hev re rûbirûyê astengiyan bibin û kiyana federal û berjewendiyên bilind yên gelê Kurdistanê biparêzin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew ê wek her dem di hewldanên xwe yên ji bo nêzîkkirina aliyan û parastina yekrêziyê de berdewam be, heta ku Herêma Kurdistanê bi aramî û ewlehiyê ji vê qonaxa hesas derbas bike.
Di mijareke din a hevdîtinê de, bal kişandin ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kirin. Birêz Mamosta Selaheddîn Mihemed Behaeddîn, hewldanên berdewam ên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo parastina ewlehiya siyasî li Herêma Kurdistanê destnîşan kir û rola birêz ya di vê derbarê de wek girîng nirxand.