Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir

2025-09-02T11:09:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro sêşemê 02.09.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Mihemed El Hessan, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî û Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) re civiya.


Di civînê de, pêvajoya siyasî û rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hewldan û gotûbêjên wan yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.


Herdu aliyan tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya gotûbêj û lihevkirinê kirin. Her wiha hevra bûn ku çareserkirina pirsgirêkan li Iraqê, xizmeta parastina aramî û ewlehiya welat û pêşketina wê dike.


Pêşhatên dawîn ên Rojhilata Navîn, mijareke din a civînê bû.