2023-02-13T14:10:10.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 13.02.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li şandeke Komara Millî ya Çînê bi serokatiya Jui Rui Alîkarê Wezîr li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Komîteya Nawendî ya Partiya Komunîst a Çînê û şandeke pê re kir.
Di civînekê de ku, Balyozê Çînê li Bexdayê û berpirsên Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê amade bûn, peywendiyên Çînê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê û astengiyê li pêşiya wê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan îşaret bi wê yekê kir ku bi giringî ve li peywendiyên Çînê digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrin û daxwaza berfirehkirina hevkariyên di navbera her du welatan da, bi taybetî di warên bazirganî û çandî da nîşan dan. Her di vê çarçoveyê da behsa çalakiyên kompaniyên Çînî li Iraqê kirin.
Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da jî, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêkanîna sîstema federalî li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê dibe sedema aramî û geşepêdana zêdetir di warê aborî da. Herwiha tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê kir ku Herêma Kurdistanê jî ji projeyên ku ji aliyê Çînê ve li Iraqê pêk tên, sudmend be.
Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, şerê dijî terorê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.