2024-01-09T11:32:09.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê 09.01.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz General Joel B.Vowell Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeya pê ra kir.
Di hevdîtinê da behsa alîkariyên Hêzên Hevpeymanan digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstan û jinavbirina DAIŞ ê bi temamî, hevkarîkirina Artêşa Iraqê û Pêşmerge di warê rahênan û şîretên leşkerî da û gefên terorê li Iraq û Suriyê û deverê bi giştî gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser parastina Hêzên Hevpeyman û nûnerên dîplomatîkên li Iraqê kirin û hevdeng bûn ku, aramî li Iraqê ji bo tevahiya deverê pêwîste û nabe derfet ji terorîstan were dayîn ku careke serîhildin û herwiha behsa êrîşên balafirên bêfirokevan yên li ser Herêma Kurdistanê jî kirin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, yekxistina Pêşmerge, nakokiyên Rojhilata Navîn, şerê Gazze û bandora wî şerî li ser navçeyê û hin mijarên din yên xwedî girîngiya hevpar di hevdîtina ku, hejmareke diplomatkar û berpirsên leskerî jî têda amade bûn, hate gotûbêj kirin.