Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Urdinê kir

2023-08-03T21:10:46.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 03.08.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Ehmed Xelîl Cîgirê Yekemê Serokê Parlementoya Urdinê û şandeke pê ra kir.

Di civînê da behsa bernameyê serdana şandê ya Bexda û Hewlêrê û têkiliyên Urdinê digel Iraqê û bi taybetî peywendiyên wê yên dêrîn û dîrokî bi Herêma Kurdistanê ra û pêşxistina hevkariyên hevbeş yên di navbera her du aliyan da, di warên cuda da, hatine gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî vê serdanê wekî nîşana piştevaniya Urdinê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku, Herêma Kurdistanê peywendiyên di navbera Urdin û Iraqê girîng dibîne û piştevaniya wan dike û li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Şah Abdulahê duyem Şahê Urdinê li Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir.

Şanda mêvan spasiya rola Herêma Kurdistanê di têkşikandina Daişê da kir û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser piştevaniya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her du aliyan behsa derfetên hevkariyên hevbeş di warê tendirustî, geştiyarî, çandî û perwerdeyî û bazirganiyê de kirin.

Di hevdîtinê da ku, Cîgirê Yekemê Serokê Parlementoya Iraqê amade bû, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.