Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Fransayê kir

2026-01-14T17:12:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Çarşema 14.01.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Patrick Durel, Balyozê Fransa li Iraqê û şandeke pêre, ligel peywendiyên herdu aliyan, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan hêvî xwestin ku rêkarên hilbijartina Serokomar û destnîşankirina Serokwezîrê Iraqa Federal di dema yasayî ya xwe de birêve biçin û hikûmeteke wiha pêk were ku bersivdêrê çaverêkirinên welatiyan û kêşeyan be. Herwiha tekez li ser girîngiya bilezkirinê di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Herdu aliyan dilgiraniya xwe derbarê rewşa aloziya deverê de anîn ziman û hevrayî bûn li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya li herêmê û çareserkirina kêşeyan bi diyalog û rêyên dîplomatîk. Di vê çarçoveyê de dûpat kirin ku alozî û rûbirûbûna leşkerî, aloziya li deverê zêdetir dike.

Derbarê pêşhatên Sûriyê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê her piştgiriyekê li mafên gelê Kurd û hemû pêkhatên li Sûriyê dike. Herwiha got: "Hê ji destpêka bûyerên Helebê ve, ligel hemû aliyan di hewlê de bûn ji bo rawestandina şer û parastina ewlehiyê û di hewldanên xwe yên ji bo aramkirinê de, berdewam în."

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Fransa ligel dûpatkirina piştgiriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, pesna hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî yên bi navê parastina aramî û ewlehiyê de kir.

Pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan girîng bûn; mijareke din a civînê bû ku birêz Yann Braem, Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû.