Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li birêz Ednan Elzurufî kir

2025-10-15T09:22:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro Çarşemê, 15/10/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel siyasetmedarê Iraqî birêz Ednan Elzurufî, Serokê Hevpeymaniya El-Bedîl, rewşa Iraqê û hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, ku di 11ê meha bê de dê birêve biçe, gotûbêj kirin.


Herdu alî li ser girîngiya serkeftina pêvajoya siyasî û hilbijartinan û beşdariya berfireh di dengdanê de li hev kirin, herwiha tekezî li ser pêwîstiya hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de ji bo parastina aramiya welat û rûbirûbûna kêşeyan kirin.


Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya herêmê, mijareke din a hevdîtinê bû.