Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê Li Dr. Heyder El-Ebadî Kir

2025-10-08T08:08:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Dr. Heyder El-Ebadî, Serokwezîrê berê yê Iraqê yê federal û Serokê Hevpeymaniya Nesir re, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêjên li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexda û hilbijartinên pêşeroj ên Encûmena Nûnerên Iraqê nirxandin.


Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiya siyasî ya welêt û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexda bi rêya gotûbêj û lihevkirinê kirin. Herwiha, derbarê pêşeroja pêvajoya siyasî, hilbijartinên Encûmena Nûneran û beşdarbûna hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de, nêrînên xwe danûstandin.