Beriya nîvroya îro Duşemê 09.02.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li xanima Gwendolyn Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. Her du aliyan tekez li ser girîngiya li hevtêgihiştin û hevkariya di navbera aliyên siyasî ya ji bo serxistina pêvajoya siyasî kirin.
Di tewereke din a hevdîtinê de, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêşveçûnên herî dawî yên pêvajoya siyasî ya li Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomar û pêkanîna hikûmeta nû ya federal hatin gotubêjkirin. Her du alî li ser girîngiya serxistina pêvajoya siyasî û parastina aramiya siyasiya li welat de hevbîr bûn.
Rewşa Sûriyeyê û pêşveçûnên herî dawî yên herêmê bi giştî, aliyekî din ê guftûgoyên navbera Serok Nêçîrvan Barzanî û Konsula Giştî ya Amerîkayê bû.