Îro êvarî Duşemê, 17/11/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Diyarbekirê, birêz Osman Baydemir, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê gotûbêj kirin.
Herdu alî li ser girîngiya serxistina pêvajoya aştiyê hemfikir bûn û tekez kirin ku aştî li Tirkiyeyê dê bandoreke erênî li ser herêmê bike. Di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku divê derfeta aştiyê ji dest neçe û divê her kes ji bo serxistina wê bixebite.
Ji aliyê xwe ve, Birêz Baydemir spas û rûmeta xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî di alîkarîkirin û xebata ji bo serxistina pêvajoyê de anî ziman û daxwaz kir ku li ser hewldanên xwe berdewam bibe.
Hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa Sûriyeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.