
Îro piştî nîvro, Şemî, 27.09.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêwendiyeke têlefonî ji birêz Mihemed Şiya El Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal, wergirt.
Di pêwendiya têlefonî de, Serokwezîr El Sûdanî spasî û rûmetên xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kirin ji bo piştgirî û hewldanên wî yên berdewam di hemû qonaxan de, bi navê hevtêgihiştin û lihevkirina Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê û pirsgirêka mûçe û mafên darayî.
Birêz Serokwezîrê Iraqê yê Federal, lihevkirinê wek gaveke girîng ber bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxand, ku dê bandoreke baş li ser aramiya aborî ya welat bike. Rêzdar her wiha hêvî xwest ku lihevkirin ji bo derbaskirina astengiyên din jî bibe alîkar.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmetên xwe ji bo rol, xemxûrî û hewldanên Serokwezîr El Sûdanî ji bo gihîştina lihevkirinê anî ziman. Her wiha tekez kir ku lihevkirin dê asoyên nû ji bo hevkariya hevbeş a Hewlêr û Bexdayê veke û hêvî xwest ku ew bibe alîkar ji bo derxistina yasaya neftê û çareserkirina pirsgirêkên din ên hilawestî.
Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya birêz Serokwezîrê Iraqê yê Federal kir ku her tim niyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkên welêt nîşan daye û di vê çarçoveyê de kar kiriye, bi taybetî pirsgirêk û babetên bi Herêma Kurdistanê re. Her wiha spasiya hemû tîm û aliyên peywendîdar ên li Hewlêr û Bexdayê kir ku ji bo çareserî û gihîştina lihevkirinê kar kirine.