Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê

2025-05-28T20:26:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Çarşemî 28.5.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê.

Di peywendiyê de herdu aliyan tekez li ser pêşvebirina peywendiya stratejîk a Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin, herwiha behsa alîkariya di warê aborî û enerjiyê de û girîngiya berdewamiya hemahengiya navbera wan kir ji bo piştgiriya ewlehî û aramiyê li Îraq, Sûriyê û herêmê bi giştî.

Birêz Wezîrê Derve yê Amerîkayê spasiya serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo rol û hewlên wî yên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Îraqê ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya hevfêmkirinê û gotûbêja avakar.

Birêz Rubio tekez li ser wê yekê kir ku piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, wek bingehek sereke yê peywendiya stratejîk a Amerîkayê bi Îraqê re dimîne. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîn ji bo piştgiriya Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.