2024-02-07T12:51:22.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 07.02.2024ê, di merasîmekê da li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, piştî îmzakirina fermana pîlebilind kirina 5 efserên Wezareta Pêşmerge bo pileya Lîwa Rukin û Lîwa, pileyên nû li ser milê wan her 5 efseran danî.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û careke din tekezî li ser pêwîstî û girîngiya serxistina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, navê Pêşmerge navekî pîroz e û pêwîste yekem girêdan û nêzîkatiya Pêşmerge bi ax, welat û gel ra be û avêtina gavên bilez û ciddî ji bo yekxistina Pêşmerge bi pêdivî zanî û hemû piştevaniya xwe ji bo vê pêvajoyê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve piledarên Wezareta Pêşmerge spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û girîngî pêdana wî bi Pêşmerge kirin û sozê dan ku weke Pêşmerge bi dilsozî xizmeta welat bikin.