Êvara îro Yekşemê 25/01/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de, ji bo destnîşankirina wî wek namzedê postê Serokwezîrê Iraqa Federal, pîrozbahî li Birêz Nûrî El-Malikî kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana piştevaniya xwe, hêviya serkeftinê ji wî re di erk û berpirsyariyên bihêt de xwest ji bo pêkanîna hikûmetekê ku rengvedana daxwaz û hêviyên hemû welatiyên Iraqê be û şiyana wê ya berbirûbûna astengiyan hebe.
Ji aliyê xwe ve birêz El-Malikî, spas û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî anî ziman.