2023-10-03T16:27:40.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 02.10.2023ê, di peywendiyeke telefoniyê da digel birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi helkefta serkeftina kongreya pêncemîn û hilbijartina wî ya weke Serokê YNKê, pîrozbahiyê li wî, serkirdayetî û cemawerê YNKê kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku, Serok û Serkirdayetiya YNKê di kar û erkên xwe da serkeftî bin û YNK û aliyên siyasî bi hev ra ji bo bihêzkirina yekrêzî, biratî û karê bi hev ra kar bikin û ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hemû bi rolê xwe rabin.
Ji aliyê xwe ve, birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, ji bo peywendî û pîrozbahî û beşdariya di vekirina kongreya YNKê da spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.