Bi boneya wergirtina posta Komîsyarê Bilind yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR), ji dil germtirîn pîrozbahiyan li birayê min ê ezîz Dr. Berhem Salih dikim û di vê erkê cîhanî û mirovî de serkeftinê jê re dixwazim.
Wergirtina posteke bilind a navneteweyî, di vê astê de, nîşaneya baweriya civaka navneteweyî ye bi şiyan, ezmûn û qada siyasî û dîplomasî ya rêzdar. Ev ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cihê serbilindiyê ye ku ew serpereştiya yek ji girîngtirîn dosyeyên mirovî yên cîhanê dike.
Ez piştrast im ku bi tecrûbeya xwe ya dewlemend, ew dikarin roleke çalak û bibandor bilîzin di kêmkirina êşa penaberan û çareserkirina pirsgirêkên wan li ser asta cîhanê. Em li Kurdistanê ji her kesî çêtir êşa koçberiyê û girîngiya vê peywirê fêm dikin.
Em her piştgiriyekê ji bo serkeftina rêzdar dubare dikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.12.2025