Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li birêz Heybet Elhelbûsî Kir

2025-12-30T16:14:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Bi boneya hilbijartina bi serokê Encûmena Nûneran a Iraqê di xûla şeşemîn de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî birêz Heybet Elhelbûsî dikim.

Hilbijartina cenabê wî ji bo vê posta bilind û baweriya endamên Encûmena Nûneran bi cenabê wî, berpirsiyariyeke neteweyî ya mezin dixe ser milên wî di qonaxeke hestiyar a dîroka welat de.

Hêvîdar in hilbijartina cenabê wî bibe sedema xurtkirina karê parlamenterî yê avaker û parastina destûr û bicihkirina ruhê bihevreyî û diyalog û têgihîştinê di navbera hemî alî û pêkhatên Iraqê de; bi awayekî ku xizmetê ji berjewendiya bilind a welat re bike û aramî û lihevhatina di navbera hemûyan de bihêztir bike.

Hêviya serkeftinê ji bo cenabê wî herwiha ji bo hemû endamên birêz ên Encûmena Nûneran a Iraqê ya Federal di cîbicîkirina erkên wan de û berdewamiya xizmetkirina gel û welat dixwazin.

Bi rêz û hurmetên min.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.12.2025