Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Selahedîn Mihemed Behaeddîn kir

2024-12-29T07:12:00.000000Z
Peyamên pîrozkirinê

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro yekşemê 29.12.2024, di peywendiyeke telefoniyê da bi helkefta dubare hilbijartina Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û serkeftina karên kongreyê û hilbijartina serkirdayetiyeke nû pîrozbahiyê li birêz mamosta Selahedîn Mihemed Behaeddîn û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî amadebûn û pêgeha birêz mamoste Selahedîn Mihemed Behaeddîn û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê di jiyan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê da bilind nirxand û hemû piştevaniya xwe ji bo wî û Yekgirtiya Îslamî dupat kir.

Cenabê wî balkişand li ser rola girîng û xêrxwazane ya Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî di parastina hemahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê da û tekezî li ser pêwîstî û girîngiya berpirsiyariya hevbeş û niştimanî ya hemû aliyan di qonaxa niha ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê da derbas dibe kir.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, spasî û pêzanînên xwe ji bo peywendiyê û pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da, rol û hewlên wî yên ji bo parastina yekrêzî û kodengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên wê da bilind nirxand û hêviya serkeftinê jê re xwest.