Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran Kir

2025-12-30T16:12:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Bi boneya hilbijartina Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê di xûla şeşemîn de, bi germî pîrozbahiyê li birêz Ednan Feyhan dikim. Hêviya serkeftinê di vê erkê wî yê nû de jê re dixwazim.

Baweriya endamên Encûmena Nûneran bi cenabê wî, erk û berpirsiyariyeke girîng dixe ser milên wî; ji bo ku di Desteya Serokayetiyê de roleke çalak di xurtkirina rola yasadanîn û çavdêriya encûmenê de bibîne.

Hêvîdar in cenabê wî roleke bibandor di çêkirina hevahengî û têgihîştineke zêdetir di navbera fraksiyon û hêzên siyasî de bilîze û bibe alîkar ji bo birêveçûna serkeftî ya karên Encûmena Nûneran li Iraqa federal de.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.12.2025