2024-11-01T10:02:00.000000Z
Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Parlametoya Iraqê, ez pîrozbahiyê li birayê birêz Dr. Mehmûd El Meşhedanî dikim û hêviya serkeftinê jê ra dixwazim. Em piştrast in ku, hilbijartina wî yê birêz gaveke erênî ye ji bo qonaxeke nû ya hevkarî û xebata hevbeş di navbera aliyên siyasî yên welat di warê birêvebirina siyasî, îdarî û yasadananê da.
Em hêvîdar in ku hilbijartina wî yê birêz bibe hokar ku, yekîtiya niştimanî bihêztir bike ji bo ku hemû hewlên xwe ji bo baştir xizmetkirina welat bi hemû pêkhateyan ve, û her weha parlamento bandortir li ser erkê xwe yê yasadananê ku li gor hêviyên gel be û aramiya niha û yê paşeroja wekat bihêztir bike.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.11.2024