2022-12-15T18:07:48.000000Z
Cejna Rojî yên Êzî li rêzdar Mîrê Êzdiyan, Babeşêx, Civata Rûhanî û hemî xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li Iraqê û li her dereka cîhanê bin, ji dil û bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim cejin û bêhnvedana xwe di rewşeka tena û aram da derbas bikin û cejn û bîrahatinên bên, ji bo me hemiyan di rewşeka baştir da vegerin.
Mixabin cejneka dî ya xûşk û birayên me yên Êzdî hat û hêşta hejmareka mezina wan koçberan û jiyana zehmeta kempan dijîn. Dilê me digel wane û em ji nêzîk ve agahdarî rewş û jiyana wanin. Pîrozbahiyeka taybet li wan hemiyan dikim.
Herwesa bi hezaran xûşk û birayên me yên Êzdî, bi dilekê kovandar li hêviya zanîna çarenivîsê kesûkarên xwe yên wendayî ne. Bi vê helkeftinê, em dîsa hemî xûşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikîn ku heta dawiyê dê li ser kar û hewlên xwe yên ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsê revandiyan berdewam bîn.
Cejn li hemiyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.12.2022