2023-10-06T12:06:58.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina Cejna Cemayê pîrozbahiyê li Êzdiyan kir.
Cejna Cemayê li hemû xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan, Iraq û li her devera cîhanê bin, bi germî pîroz dikim. Ez hêvîdarim cejn û bêhnvedaneka aram û tena biborînin û cejn û helkeftên bihên ji bo me hemûyan di rewşeka baştir da vegerin.
Di vê helkeftê da careka din hemû xûşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikim ku wek herdem dê piştevanên maf û daxwazên wan bîn û kar û hewlên me yên ji bo rizgarkirina revandî yên Êzdî dê her berdewam bin, herwesa Kurdistan ji bo hemû pêkhateyên wê yên olî û neteweyî dê her weke welatê pêkvejiyanê bimîne.
Cema li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2023