Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mamosta Selahedîn Mihemed Behaddîn kir

2019-12-29T07:10:25.000000Z
Daxuyanî
Serok Nêçîrvan Barzanî li peywendiyeke telefonî da li gel birêz Mamosta Selahedîn Mihemed Behaddîn bi helkefta hilbijartina wî ya bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ve pîrozbahiyê li birêz kir û hêviya serkeftinê ji bo wan û paşaroja Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê re xwest.

Li peywendiya telefoniya êvariya îro şemî 28/12/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her wiha pîrozbahiya sazkirina Kongreya Heştem li Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û tevahiya serkirde û endam û alîgiran û dostên wê kir û hêviya serkeftinê ji bo karên kongreya wan xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser kar û xebat û rola Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li jiyan û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê da kir û pêzanînên xwe ji bo xizmet û hewlên Yekgirtiya Îslamî ya bi navê tebayî û karê pêkveyî ya aliyên Kurdistaniyan derbirî.

Ji aliyê xwe ve birêz Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn, spas û pêzanînên xwe ji bo peywendî û pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û pesnê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ya ji bo peywendîkirin û piştgîrî û hevkariyên cenabê rêzdar dûpat kir.