Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li mamosteyên Kurdistanê dike

2025-05-15T06:30:00.000000Z
Peyamên pîrozkirinê

Salvegera şêst û sêyemîn a avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li hemû mamosteyên hêja yên Kurdistanê û Sekreteriya Yekîtiya Mamosteyan pîroz dikim, hêviya serkeftin û pêşketina berdewam ji wan re dixwazim.

Em peyama bilind û rola mamosteyan ya perwerdekirin û pêşxistina nifşan bilind dinirxînin û emê hemû hewlekê bidin ji bo peydakirina jiyaneke hêjayî wan ku li gorî pêgeha wan a perwerdehî û niştimanî be. Em ê karê xwe yê ji bo misogerkirina jîngeheke fêrkirinê ya dirust û hemdem bidomînin ku weberhênaneke rasterast ya pêşeroja Kurdistanê ye.

Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê û garantiya perwerdekirina wan mirovên hişyar in ên ku şanaziyê bi nasnameya xwe dikin. Di hemû qonaxan de dilsoziya xwe selimandin, ji qadên tekoşînê heta bi holên fêrkirinê, hertim parêzerên hişyarî, ziman û nirxan bûn. Rola wanya berdewamiya pêvajoya fêrkirinê di şert û mercên herî dijwar de cihê rêz û sipasdariyê ne.

Em destxweşiyê li Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikin ji bo nûnertiya wê ya mamosteyan û parastina mafên wan. Bi rêzdarî em qurbanîdana wan mamostayên ku canê xwe di rêya azadiyê de dan, bi bîr tînin. Silav ji bo hemû wan mamostayên ku bi dilsozî û fedakaî erka xwe ya pîroz pêk tînin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/5/2025