2023-05-18T06:56:46.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 17.05.2023, di peywendiyeke telefoniyê da digel birêz Recep Tayip Erdogan Serokomarê Tirkiyê bi helkefta serkeftina Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) di hilbijartinên Tirkiyê da, bi germî pîrozbahiyê li birêz Erdogan kir û di hilbijartinên gera duyem a serokomariyê de jî hêviya serkeftinê jê ra xwest.
Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin bi hilbijartinên Tirkiyê dide û kêfxweşiya xwe jî li hember serkeftina proseya demokratîk û rêkûpêkî û aramiya proseya hilbijartinan û rêjeya beşdariya bilind nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî bawerî û geşbîniya xwe bi serkeftina Serok Erdogan di gera duyem ya hilbijartinên serokomariyê da nîşan da û her wesa serkeftina wî ji bo gelê Tirkiyê, niha û qonaxa paşerojê girîng û pêwîst da zanîn.
Birêz Recep Tayip Erdogan li ser navê xwe û AKPê, ji bo peywendî û pîrozbahiyê, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku, welatê wî dixwaze têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra ber bi pêş ve bibe.