Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serokwezîr El Zeydî kir

2026-05-15T10:53:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Bi boneya wergirtina baweriya Encûmena Nûneran a Iraqê û destbikarbûna kabîneya wan, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî birayê min ê ezîz birêz Elî Falih El Zeydî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal dikim. Ji bo wî û tîma hikûmeta wî, di cîbicîkirina erkên xwe yên mezin de, hêviya serkeftineke tevahî dixwazim.

Hêvîdar in destbikarbûna vê kabîneya nû, bibe destpêka qonaxeke nû ya seqamgîrî û geşepêdanê ji bo hemû Iraqê. Em li Herêma Kurdistanê, amadehiya xwe ya tam dubare dikin ji bo xebata hevbeş ligel Hikûmeta Federal, li ser bingeha destûr û hevkariya rastîn û hevsengiyê, bi mebesta çareserkirina hemû pirsgirêkên hêlawêstî û dabînkirin û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhatan.

Iraq welatekî dewlemend û xwedî potansiyele, Iraqî, bi hemû pêkhatên xwe ve, heqê wan jiyaneke hêja û xizmetguzariyên baştir û asayîş û aramiya berdewam e. Baweriya me heye ku bi hewlên hemû aliyan û bi giyanê berpirsane yê aştî û hevkariya neteweyî, em dikarin ber bi paşerojeke baştir ve gav bavêjin û bi hev re rûbirûyî hemû pirsgirêk û astengiyan bibin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.05.2026