2024-06-01T14:28:15.000000Z
Birêz Bafel Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Silav û rêz
Bi helkefta 49 saliya damezrandina YNKê bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind yên YNKê û hemû endam, alîgir û cemawerê YNKê dikim û hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji we ra dixwazim.
Bi vê minasebetê em damezrînerê YNKê, xwedêjêrazî Serok Mam Celal û hemû wan kesayetiyên ku di nav refên YNKê da ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane bi bîr tînin. Em dîroka xebat û têkoşîna YNKê bilind dinirxînin.
Bi vê minasebetê em tekezî li ser hebûn û rola girîng ya we yên birêz û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê da dikin. Em hêvîdar in ku ev salveger bibe handana lihevtêgihiştin, hevgirtin û yekrêziya aliyên siyasî ji bo parastina statuya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.06.2024