Di bîranîna salvegera pêncî û şeş saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, bi germî li Navenda Giştî û tevahiya nivîskar û ronakbîrên Kurdistanê li hundir û derve pîroz dikim. Hêviya berdewamî, dahênanî û serkeftinên zêdetir ji wan re dixwazim.
Di vê bîranînê de, em bi rêz û rûmeteke mezin ve li dîrok û xizmeta zêdetirê nîv sedsalî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin. Wan di hemû qonaxên cûda yên têkoşînê de, bi pênûs û ramanên xwe, bûn sengereke bi xurt a parastina ziman, wêje û nasnameya neteweyî û niştimanî ya gelê Kurdistanê û roleke çalak di hişyarkirina civakê de lîstin.
Nivîskar her dem pêşengên bicihkirina nirxên mirovî û kûrkirina çanda lêborîn, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê bûn. Îro jî, çavê me li rola bibandor û berpirsiyarane ya nivîskaran e, da ku bi berhemên xwe yên xweşik, bibin bingeha lihevhatin, yekrêzî û parastina destkeftên demokrasî û destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Serê rêz û hurmetê li ber giyanê pak ê nivîskarên şehîd û wan hemû nivîskarên koçkirî de ditewînin ku temenê xwe di ber xizmeta peyva Kurdî û azadiyê de bexşîn. Bîranîna wan her dem bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.02.2026