Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Roja hilbijartinan bi şêwira digel aliyan hatiye diyarkirin

2023-04-07T16:10:00.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro înê 07.04.2023ê, piştî beşdarîkirinê di merasima sersaxiyê ya Pêşmerge yê dêrîn xwedê jêrazî Şêxala Îbrahîm da, di daxuyaniyeke rojnamevaniyê da behsa pêşhatên Herêma Kurdisranê û Iraqê kir.

Di destpêka daxuyaniya xwe da behsa xwedê jêrazî mamosta Şêxala kir û got: “Kak Şêxala têkoşerekî naskirî yê gelê me bû. Min ji mêj ve ew nas dikir, yanî min ew ji biçûkatiya xwe nas dikir. Kak Şêxala hertim di nava pêşmerge da, di nava kadroyên PDKê da û li her cîhekî xebat lê kirî da, li her cîyekê lê buya li nava pêşmerge, li nav kadroyan û îro em dibînin bo hemû gelê Kurdistanê wî hurmetek taybet heye. Em dibînin îro cemawerek mezin di mersima sersaxiya wî da civyaye ku, ev jî nîşana wê wefadariyê ye ku gelê Kurdistanê ji bo Şêxala hebû, bi taybetî jî xelkê Hewlêrê."

Derbarê xebatên ji bona vegerandina tîma YNKê bo nav hikûmetê jî Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Min bi xwe daxwaz kiriye û Serokwezîr kak Mesrûr jî daxwaz kiriye û em di wê baweriyê da ne ku vegeriyana tîma YNKê ji bo nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî pêwîst e, pirsgirêk hene lê em dikarin wan pirsgirêkan di hikûmetê da û di çarçoveya Encûmena Wezîran da çareser bikin.”

Derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê da jî, Nêçîrvan Barzanî got: “Beriya derkirina Fermana Herêmî, hevalan li Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana hemû aliyan kir û ew roja me ji bo hilbijartinan diyar kiriye bi şêwirîna digel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê me ew roj ji bo hilbijartinan destnîşan kiriye. Weke erkê xwe jî, weke Serokê Herêma Kurdistanê, divê wê erkê cîbicî bikim û roja hilbijartinan diyar bikim. Hêvîdarim hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê hevkariyê bikin da ku hilbijartin di dema xwe da bêne li darxistin.”

Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê da got: "Ev rêkeftineke gelekî giring e û di berjewendiya tevahiya Iraqê da ye. Me her ji roja yekem ve tekîd li ser wê yekê kiriye ku divê çareseriyeka Iraqiyane ji bo van pirsgirêkan hebe. Gelek caran tê pirsîn ka gelo Herêma Kurdistanê berê jî ji bo rêkeftinekê amade bû? Belê, berê jî em amade bûn, lê hikûmeta Bexdayê amade nebû, bi xweşbextane vê carê hikûmeta Bexdayê jî amade bû û em hêvîdarin di zûtirîn dem da ev rêkeftin bikeve warê cîbicîkirinê. Ev rêkeftin di berjewendiya Herêma Kurdistanê û di berjewendiya Iraqê daye, ev hêviya me ye û bi hêviya Xwedê ku ev rêkeftin dê di demek herî nêzîk da were cîbicî kirin.”

Di bersiva pirsa ka gelo dê hilbijartin di dema xwe da bêne kirin, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Hêvîdarim û wek min jî got, erkê min yê yasayî ye wek Serokê Herêma Kurdistanê ku roja hilbijartinan diyar bikim û dema me heye ku hilbijartin bêne kirin. Berî roja hilbijartinan bê diyarkirin, digel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê em axavtin û ez hêvî dikim ku hemû alî pêdagir bin ku hilbijartin di dema xwe da bêne kirin, ji ber ku ev pirseke yasayî û bawerpêkirî ya Herêma Kurdistanê ye û divê bê kirin.