Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

2022-11-22T07:42:11.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja sêşemê 22.11.2022, serdana Bexdayê bike û dê bi birêz Ebdulletîf Reşîd Serok Komarê Iraqa Federal, Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî, Serokê Dezgeha Dadwerî Fayeq Zîdan û serkirde û mezinê berpirsên din ên welat û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ra bicive.

Di vê serdanê de Serok Barzanî digel serok û berpirsên Iraqa Federal dê behsa rewşa welat, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewlên çareserkirina wan, pêşhatên dawî yên deverê û çend mijarên din bike.