
Berî nîvro ya îro şemî 17.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanek gihîşte Bexdayê.
Dilşad Şehab Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi malpera Serokayetiyê ragihand: Ev serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê, li ser vexwendineke fermî ya birêz Mihemed Şiya El Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federale û li çarçêweya sazkirina civîna komkara welatên Erebî da pêktê ku li Bexdayê birêvediçe.
Peyvdarê Serokayetiyê balkişand li ser wê yekê ku ev vexwendina Serok Nêçîrvan Barzanî, dûpat kirina amadehiya çalak ya cenabê wan ya li hevkêşeyên navçeyê de ye, her wiha nîşana amadehî û pêgeha Herêma Kurdistanê ye li kiyanên dewleta federal da.