Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Tehranê dike

2025-05-17T15:06:00.000000Z
Nûçe

Êvara îro şemî 17/5/2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, piştî bidawîhatina serdana xwe ya Bexdayê, ji wir ber bi Tehran, paytexta Komara Îslamî ya Îranê ve diçe.

Serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê bi vexwendineke fermî ye ji bo beşdarîkirina di Hevdîtina Tehranê ya ji bo Gotûbêjê de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ve tê organîzekirin û sibê yekşemê tê lidarxistin.

Beşdarîkirina wî di vê Hevdîtinê de, tekezî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ye ji bo hewlên gotûbêjê û bihêzkirina hevkariya avaker di navbera welat û gelên herêmê de, ji bo ewlehî û aramî, hevtemamkirina aborî û bihevrejiyana aştiyane.

Li gorî bernameya Hevdîtinê, serok Nêçîrvan Barzanî dê di panelekê de ronahiyê bixe ser dîtina Herêma Kurdistanê ji bo paşeroja herêmê û tekezê li hevbeşiyê li ser bingeha rêzgirtina ji hev re û berjewendiyên hevpar bike.

Her di vê serdana xwe de, serok Nêçîrvan Barzanî dê bi serkirde û berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê re bicivin û peywendiyên Îranê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re û rewşa herêmê bi giştî, gotûbêj bikin.