2022-05-06T17:35:41.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja înê 06.05.2022ê, di peywendiyeke telefonî de digel birêz Hadî Amirî Emîndarê Giştî yê rêxstina Bedir, ji bo koça dawiyê ya xwedêjêrazî Abdulkerîm Yunis Ensarî yê cîgirê wî, serexoşî li birêz Hadî Amirî, malbat û kesûkarên xwedêjêrazî Ensarî kir ku îro di bûyereka tirafîkê da jiyna xwe ji dest da.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, tevî nîşandanan hevxemiyê, hêvî xwest ku Xwedayê mezin canê rehmetî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi malbata wî bide.
Birẑ Hadî Amirî, ji aliyê xwe ve, li ser navê xwe û malbata rehmetî, ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevsozî û hevxemiyê, sipasiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.