Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Kurd pîroz dike

2025-04-26T19:42:00.000000Z
Peyamên pîrozkirinê

Spas û destxweşî ji bo birêz Mazlûm Ebdî û ENKS û hemû xuşk û birayên ku ji bo lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Kurd li Sûriyê kar kirin. Serkeftina konferansê li hemûyan pîroz dikim ku cihê kêfxweşiyeke mezin e û dilê gelê Kurdistanê li hemû cihan xweş kir.

Hêvîdar im bibe sedema xurtkirina yekrêzî û yekhelwêstiya Kurd ku tenê riya misogerkirina mafên kurdan e li Sûriyê. Em hemû piştgirî û alîkariya xwe ji bo van hewlên dilsoz û ji bo mafên rewa yên Kurdan û hemû pêkhateyan, herwiha ji bo aramî û tenahî û aştiyê li Sûriyê û herêmê dubare dikin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/4/2025