Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Serpereştiya Civîneke Bilind a Leşkerî û Ewlehiyê Kir

2026-03-10T12:04:00.000000Z
Nûçe

Îro Sêşemî 10.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêz Şêx Ce'fer Şêx Mistefa, Cîgirê Serok, serpereştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir ku tê de birêzên Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe, Serokerkanê Pêşmerge û fermandeyên bilind ên Hêzên Pêşmerge amade bûn.

Di civînê de, bi berfirehî bal kişandin li ser geşedanên ewlehî yên dawî yên herêmê û encamên şer û bandorên wê yên metirsîdar li ser Herêma Kurdistanê. Herwiha çendîn biryar û rêkar ji bo bihêzkirina parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û çawaniya muamelekirina ragihandinê bi bûyer û geşedanan re hatin derxistin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi ti awayî nabe beşek ji şer û nakokiyan û parastina aramiya welat di pêşîneya karan de ye. Her di vê çarçoveyê de, tekez kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn axa Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gef û metirsiyê ji bo Komara Îslamî ya Îranê an jî her welateke din a cîran.

Di mijareke din de, bi tundî êrîşên rûxîner ên ku ji aliyê komên derqveyê qanûnî yên Iraqê ve bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û ziyanên canî û maddî jê çêbûne, hatin şermezar kirin. Di vê derbarê de, tekez kirin ku Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsiyar e ku erkê xwe pêk bîne ji bo rêgirtina li van êrîşan û peydakirin û cezakirina encamderan, ji ber ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya welat in û gef in li ser ewlehiya giştî.

Di civînê de, hevxemî û hevsoziya bi malbat û kesûkarên şehîd û birîndarên êrîşên li ser Herêma Kurdistanê re hat dubare kirin, herwiha destxweşî li Hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê hat kirin ji bo ked û xebata wan ya di parastina ax û gelê Kurdistanê de.