Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiya li Şanişîna Yekgirtî dike

2022-09-11T13:36:33.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Îro danê sibê yekşemê 11.09.2022ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, yekemîn pirsenameya xwe ji bo koça dawî ya şahbanûya Elizabeth a Duyem, şahbanûya rehmetî ya Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanyayê di karnameya sersaxiyê de nivîsand ku, li Hewlêrê ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Brîtanyayê ve hatibû amadekirin.

Di wê pirsenameyê de Serok Barzanî hevxemiya xwe û ya gelê Kurdistanê bi Şah Charles III, malbata şahane, gelê Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanyayê û welatên Ingilizên Yekgirtî (Commonwealth) gihad û hevsozî û hevxemiya xwe diyar kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, her wiha, amaje bi pêgeh û hezkirina Şahbanûya Elizabeth a Duyem li cîhanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku di vê dema zehmet de hizra wî û welatiyên Herêma Kurdistanê li ba Şah û malbata şahane ya Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanyayê ye.