2024-09-20T08:31:00.000000Z
Ji ber koça dawî ya hunermendê mezin yê Aşûrî Îvan Axasî ku, li Amerîkayê koça dawî kir, sersaxiyê ji malbata birêz ya rehmetî û tevahiya gelê Aşûrî ra dixwazim û bi wan ra hevsoz û hevxemim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê xwedêjêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi malbata wî û hemû guhdar û hezkiriyên wî bide. Hunermend Îvan Axasî gelek xizmet ji hunera Aşûriyan ra kiriye û dê her tim bi berhemên xwe yên xweş û jêhatî zîndî bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.09.2024