2021-11-23T08:07:16.000000Z
Êvariya îro pênçşem 18.11.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyekê telefoniyê da li gel birêz Miĥemed Elĥelbûsî, Serokê Hevpeymaniya Teqeddum, ji bo koça dawiya xwedê jêrazî mamê wî, pirse û sersaxiyê lêkir û hevxemiyên xwe li gel birêz û malbat û kesukarên wan derbirî.
Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bixe ber himbêz û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê wan bi xwe û malbata wan bibexşê.
Ji aliyê xwe ve birêz Miĥemed Elĥelbûsî, ji bo peywendî û hevbeşiya li sersaxiya wan de, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.