Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Kerîm Ṣingalî kir

2025-06-10T16:16:00.000000Z
Nûçe Peyamên sersaxiyê

Bi kûrahiya dil ve sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Kerîm Ṣingalî, têkoşer û serkirdeyê diyarê Partiya Demokrata Kurdistanê û Wezîrê berê yê Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşkêşî bi malbat û kesukar û heval û hevsengerên wî dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wî bi dilovaniya xwe û şad bike û aramî û hedarê bi hemûyan bibexşê.

Xwedê jêrazî Kerîm Ṣingalî wekî perwerdeyê malbateke niştimanperwer, temenekî dirêj bi xebat û Pêşmergeyetî û karê dilsozane bi navê doza gel û welatê xwe da bi ser bir û kedeke zêde li rojên dijwar yên şoreṣê û rûbirûbûnê de heye û li piṣtî serhildanê jî berdewam û bi bê rawestan li erk da bûye.

Ezmûna kesî û nêzikiya min ligel xwedê jêrazî Kerîm Ṣingalî û çendîn salên bi pêkve karkirinê, şahidê ew e ye ku ew herdem bi pakî û dilsozî û bi giyaneke bilindê berpirsiyariyê û niştimanperweriyê ve, kar dikir û dixwest bi baştirîn awayî xizmetê bi gel û welatê xwe bike.

Giyanê wî şad û bîranîna wî herdem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.06.2025