Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li rojnamevan Ehmed Zawîtî kir

2025-07-12T14:00:00.000000Z
Nûçe

Îro şemî 12.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyeke telefoniyê da, ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî yê bavê wan, sersaxiyê li rojnamevanê diyar û Birêveberê Giştî yê kanala Televizyona Kurdistan24, birêz Ehmed Zawîtî û malbat û kesukarên wan kir.

Rêzdar ji bilî hevxemiyê, hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bi hemûyan bibexşe. Ji aliyê xwe ve rêzdar Ehmed Zawîtî, spas û rûmetên xwe û malbat û kesukarên xwe ji bo peywendî û hevbeşiya Serok Nêçîrvan Barzanî ya li xem û behidariya wan da derbirî.